4 November 2025 - 12:01
Wêranbûna 80% yên zêviyên cotkarî yên Xezzeyê û hişyariya derbarê birçîbûneke(xelaye) nêzîk heye

Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe ya salane de hişyarî da ku li Şerîda Xezzeyê karesateke mirovî û çandiniyê ya bêhempa heye.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê(s.x)— ABNA — Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) di rapora xwe ya salane de hişyarî da ku li Şerîda Xezzeyê karesateke mirovî û çandiniyê ya bêhempa heye.
Li gorî raporê, ji ber şerê berdewam, ji sedî 80 zêdetir erdê çandiniyê yê Xezzeyê wêran bûye û tenê ji sedî 5 kêmtir ji vê erdê hîn jî dikare were çandin.

FAO ragihand ku ji sedî 70ê serayên çandiniyê bi tevahî wêran bûne û piraniya bîrên avê zirar dîtine, gihîştina çavkaniyên avê hema hema ne mumkin kiriye, û bûye sedema hilweşîna tevahî ya pergala hilberîna navxweyî li Xezzeyê.
Rêxistinê tekez kir ku Xezzeyê niha bi tevahî ji bo dabînkirina hewcedariyên xwarinê bi alîkariya mirovî ve girêdayî ye û hişyarî da ku sînordarkirinên berdewam ên li ser ketina kelûpelên çandiniyê û sotemeniyê bi rêya derbasgehan dikarin di mehên pêş de bibin sedema birçîbûnek berfireh.
FAO her wiha got ku ji sedî 90ê niştecihên Xezzeyê nikarin têra xwe bixwin. Berhemanîna sebze û genim ji nîvê asta du salên berê kêmtir bûye, û sektora masîgiriyê bi giranî zirar dîtiye û bi sînorkirinên ku xebatên wê yên normal asteng kirine re rû bi rû ye.
Rêxistinê Xeze wekî yek ji çar krîzên xwarinê yên herî giran ên cîhanê di salên 2024 û 2025an de, ligel Sûdan, Yemen û Afgxanistanê, destnîşan kiriye û banga bersiveke awarte ya pirsektorî kiriye, di nav de ewlehiya xwarinê, av, paqijî û piştgiriya psîkososyal, da ku pêşî li hilweşîna mirovî ya tevahî li herêmê bigire.
...............................
Dawiya peyamê/ 
Etîket
Xeze
Birçîbûn
Neteweyên Yekbûyî

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha